Rûsya 4 zarokên çeteyên DAIŞ’ê ji Kampa Holê wergirtin

Rûsya 4 zarokên çeteyên DAIŞ’ê ji rêveberiya Kampa Holê wergirtin.
Komîsera Mafê Zarokan ya Rusî ragihand ku wan li ser 35 zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên Rûsî testa DNA’yê kirine û wê beş bi beş zarokên Rûsî werbigirin.
Ji aliyê din ve Hikumetên welatên Bosna û Herzegovina ango Hersekê jî ragihandin ku ew ê niha welatiyên xwe yên DAIŞî ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne, wernegirin.

Piştî banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo wergirtina çeteyên DAIŞ’î û malbatên wan ên li herêmê, gelek welatan bi riya danûstandina bi rêveberiyê re, dest bi wergirtina welatiyên xwe yên DAIŞ’î kir.

Komserîya Mafên Zarok a Rûsî ragihand ku piştî pêkanîna lêkolîna DNA’yê, wan 4 zarokên DAIŞ’î ji Rêveberiya Kampa Holê wergirtin.

Komsera Mafên Zarok Anna Kozint-sova diyar kir ku wan lekolina DNA’yê ji 35 zarokan re çêkiriye û li gorî plana wan wê vê li ser 146 zarokên din jî çêbikin.

Rusya: Em ê beş bi beş zarokên Rûsî werbigirn

Anna Kozin-tsova tekez kir ku ew ê beş bi beş zarokên çete yên xwedî nasnameyên Rûsî werbigirin.

Her wiha Komsera Mafên Zarok destnîşan kir ku dadgehên Rûsyayê jî dest bi rêkarên qanûnî yên der barê van zarokan de kiriye.

Berî destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker yê li ser Herêma Bakur û Rojihlatê Sûrî şandeyek Rûsî ji bo zarokên Rûsî ji Rêveberiya Xweser werbigre, serdana herêmê kiribû.

Herzegovina û bosnayê wergirtina DAIŞ’iyan paş xist

Li aliyekî din Hikumetên welatên Herzegovina ango Hersek û Bosnayê ragihandin ku ew niha welatiyên xwe yên DAIŞ’î ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne, wernagirin.

Beriya çend rojan hikumetên welatên navborî dabûn xuyakirin ku divê vê hefteyê welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin.

Cotmeha borî jî heman welatan ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li ser herêmê, wergirtina welatiyên xwe paş xistibûn.

Leave a Reply

Back to top button