TEV-DEM’ê gelek rêxistin û saziyên ku di Berxwedana Rûmetê de endamên wan canê xwe xistine xeteriyê û li hember êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker rola mezin lîstine, xelat kirin.
Gelek sazî û rêxistinên girêdayî TEV-DEM’ê di êrişên dewleta Tirk ê li ser Serêkanî û Girê Spî de fedakariyek mezin nîşan dan û roleke diyarker lîstin.
TEV-DEM’ê xelat da 4 saziyên ku di Berxwedana Rûmetê de endamê wan rolekî diyarker û canfedane nîşan dane.
Yek ji rêxistinên ku hêjayî xelatê hate dîtin, Heyva Sor a Kurd e ku di berxedana rûmetê de 5 xebatkarên wê şehîd û 4 jî birîndar bûn.
Her weha Endamên Yekitiya Bijîşkan ên li nexweşxaneyên Serêkaniyê û Til Temirê, Rêxistina Rojava ya Alîkariyê jî hêjayî xelatê hatin dîtin.
Hunergeha Şehîd Welat jî bi sedema strana Şervano û strana “Ya Cemal” hêst û berxwedana gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî anîn ziman xelat wergirt.
Xelat ji aliyên hevserokên Meclisa TEV-DEM’ê Zelal Cîger û Xerîb Hiso ve hate dayîn.
Zelal Cîger balkişand li ser yekîtiya gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî û got: “Serketina şoreşa me, wê bi encama hevgirtin û piştevaniya gelê me be. Me ev jî di Berxwedana Rûmetê de dît.”