Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer: Sûcên şer û dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin

Meclisa Malbatên Şehîdan û gaziyên şer îro bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşên dagirker yên dewleta Tirk li gorîstana Şehîd Dîcle ya Kobanê bi daxuyaniyeke çapameniyê ya girseyî şermezar kir.

Tevî encamên meclîsê, gaziyên şer, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, gelê herêma Firatê, Minbic û Reqayê amade bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan guhertina demografî û qirkirina pêkhatiyên gelên Sûriyê ye.

Her wiha bêdengiya navdewletî ya li hember êrîş û sûcên şer yên dewleta Tirk jî hat şermezarkirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan di serî de Emerîka û Rusya bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cîh bînin û dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin.

Daxuyanî bi sloganên “Şehîd namrin” û “Bijî berxwedana rûmetê” bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button