Kurdistaniyên Swîsreyê êrişên li ser Rojava şermezar kirin

Li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî di pêşengtiya Komîteya Rojava û saziyên enternasyonalsîst de li bajarê Swîsre yê Lûzernê çalakiyek hate lidarxistin.

Li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Kurdistanê, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê çalakî hat lidarxistin

Girse, bi pêşengiya Komîteya Rojava û saziyên enternasyonalîst li Bahnhofplatzê hatin ba hev û daxuyaniyek da û got.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şerekê topyekûn li dijî gelê Kurd tê kirin û wiha hate gotin:

” Tirkiye rojane bi dehan gundewarû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran û bombebaran dike, cih û warê sîvîlan dikin armanc da ku gel koçber bibe.

Armanca Tirkiyê ewe ku Rojava bi giştî dagir bike.

Li hemberî vê hêzên derve bêdenge.

Komîteyê bang li hêzên dervekir ku ji ber têkiliyên xwe yên siyasî, bazirganî li hember sûcên Tirkiyê bêdeng nemînin.

Back to top button