Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD′ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa berxwedana gel li hember êrişan pîroz kir.
Bekir Hec Îsa rola pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî di binkeftina êrişên Tirkiyê li dijî herêmê de pîroz kir û got:
“Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî îro li hember cîhanê xwe îsbat kir ku gelekî berxwedêr e û naşkê.
Gelê herêmê careke din xwe îsbat kir ku çi qas dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe tund bike ew bi xaka xwe ve girêdayî ne.
Bombebaranên rojên borî îsbat kir ku welatî di malê xwe de mane û ev serkeftineke mezin e.”