Kirin û sûcên dewleta Tirk li dijî xelkê Efrînê dewam dikin.
Herî dawî çeteyan welatiyeke din ji navçeya Bilibilê revandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê di navber çeteyên Tirkiyê de û welatiyê bi navê Cîger Fetah nîqaş çêbûye.
Piştre kesê navborî ê ji gundê Eşûnê ji aliyê çeteyan ve hat revandin.
Hat ragihandin ku ev bûyer beriya 20 rojan qewimî ye.
Û heta niha jî çarenivîsa Cîger Fetah nayê zanîn.