Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuz-Ogullari politikayên dewleta Tirk ên êrişên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê nirxand.
Hemîdeyê got: ”Heger Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî operasyonekî bejahî pêkbîne, wê encamê wê felaket be.”
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuz-ogullari ji Rojnameya Yenî yaşamê re qale politikayên dewleta Tirk ên êrişên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê kir.
Hamîdeyê gotinên berpirsê MÎT’ê Hakan Fîdan ku gotibû “wê çend kesan bişînin wî alî û fuzeyan bavêjin û bikin hinceta êrişê” bi bîr xist û got:
“Teqîna li Stenbolê jî hinceteke wiha bû. Her kesî senaryoya li vir dît. Pêwistiya desthilatê bi vê yekê hebû û ew ava kir.
Dewleta Tirk her tim qale pirsgirêka terorê dike, lê kesê ku di teqîna Stenbol de cih girt, malbata xwe di nav DAIŞ’ê de û di nav Artêşa Azad de ne.”
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari di dawiyê de got;
”heger Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî operasyonekî bejahî pêkbîne, wê encamê xwe felaket be.”