KCK’ê bi boneya cejna Zimanê Kurdî daxwiyaniyek da

Îro cejna Zimanê Kurdî ye.
Komîteya Perwerdehiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ê têkildarê vê rojê daxuyaniyek nivîskî parve kir..
KCK’ê got:”Zimanê kurdî, rastiya xwebûnê ya Kurdan e..
Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafekê rewa ye .”

15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye.

Bi vê boneya rojê Komîteya Perwerdehiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê destpêkê Cejna Zimanê Kurdî li tevahî gelên berxwedêr pîroz kir.

KCK’ê diyar kir ku Netewe dewletên Tirk, Fars û Ereb ziman û çanda Kurdî xistine nav pencên qirkirinê.

Gelê me ji hemû derfetên perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar hîştine.

KCK’ê da zanîn ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafekê rewa ye.

Ji bo bidestxistina vî mafî divê mirov xwe di her warî de bi rêxistin bike.

Ziman, bîra hevbeş a civakan e.

Parastin û pêşxistina bîra civakî, bi temamî girêdayê parastina zimanê zikmakî ye.

Eşkere ye ku Kurd li hember êrîşkariyên qirkirina ziman xwedî li zimanê xwe derketine.

Komîteyê di berdewamî de piştrast kir ku pêwîst e gelê me ji niha ve têkoşîna xwe mezintir bike.

Divê neyê jibîrkirin, ku em di kêliya herî bi berhem a dîrokî de dijîn.

Di cihên herî rengdar a dîrokî de cih digirin.

Modela perwerdehiya netewa demokratîk a Rojava, ji bo hemû gelan mînaka bêhempa ye.

Back to top button