Asayîşê operasyona “Mirovî û Ewlekariyê” li dijî şaneyên DAIŞ’ê daye destpêkirin

Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê digel QSD’ê, îro operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê da destpêkirin.
Berdevkê Asayîşa Giştî Elî El-Hesen anî ziman ku armanc ji vê operasyonê, têkbirina bermahiyên DAIŞ û parastina sivîlan e.

Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo paqijkirina Kampa Holê ji bermahiyên DAIŞê, operasyoneke ewlehiyê daye destpêkirin..

Berdevkê fermî yê Hêzên Asayîşê Elî El-Hesen, der barê vê operasyona bi navê “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” de, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Elî El-Hesen destnîşan kir ku armanca wan a vê operasyonê, bêbandorkirina şaneyên DAIŞ û parastina sivîlan e.

Li kampa Holê tevî jimareke mezin a zarokan, zêdeyî 60 kes dimînin. Alîgirên tevgera têkçûyî, li kampê ji bo xwe rêveberiyeke taybet ava kiriye û materyalên DAIŞ’îtiyê bi zarokan didin fêrkirin. Bi vê yekê hewl didin ku nifşekî nû yê terorîstan ava bikin.

Tenê di nava salekê de jî, van tundrewan 47 kes kuştin.

El-Hesen da zanîn ku şaneyên DAIŞ’ê tevî berî 2 salan hatin têkbirin jî, hîna rojane sivîl û rêveberên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin armanc û da zanîn, ew ê weke Hêzên Asayîşê digel QSD’ê, operasyonan li dijî van çeteyan bidomînin.

Berdevkê Asayîşa Giştî Elî El-Hesen got:

“Em ê di “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” de hemû tedbîrên pêwîst bo parastina sivîlan bigirin.

Bi vê operasyonê em hewl didin kamp û niştecihên wê ji belaya DAIŞ’ê rizgar bikin. Her wiha divê zarok ji wê çarenûsî bên rizgarkirin.”

Li gorî berpirsên hêzên Asayîşê, 6 hezar endamên ewlehiyê, QSD û YPJ’ê beşdarî operasyonê bûne.

https://fb.watch/4w1fI1JLXg/

Back to top button