Rûsya êrişî Kriviy rig kir: kesek mir 40 birlndar bûn

Artêşa Rûsya bi moşekan êrişî bajarê Kriviy Rig kir.
Di êrişê de kesk mir, 40 jî birîndar bûn.
Hemwextî şerê dijwar yê li welat, şirketên Spanî ji bo Ukrayna leşkerên kirêkirî kom dike.

Artêşa Rûsya bi moşekan êrişî bajarê Kriviy Rig yê li herêma Dnipropetrovsky kir.

Di êrişê de, polîsek mir û 40 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karê Hundirîn yê Ukrayna Îgor Klimenko êrişa li ser bajar piştrast kir.

Ev der jî bajarê Sûmy e.

Li vir jî di encama êrişa bi çekên giran a Rûsyayê de, wêraniyek mezin pêk hat.

Tîmên alîkariyê ji bo derxistina sivîlan ji bin xerabeyan ketin tevgerê.

Blinken li Kîevê pesnê Ukrayniyan da

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken duh di serdana xwe ya li herêma Çernîhîvê de ‘berxwedana awarte’ ya Ukraynayê ya li hemberî êrişa Rûsyayê nirxand.

Di serdanê de Blinken çû jêrzemîna dibistana Yahidne ya ku leşkerên Rûsyayê bi dehan gundî di nav de extiyar û zarok jî di nav de dîl girtine.

Blinken got:

“Ew tenê avahiyek e, lê ew çîrokek e ku em careke din dibînin.

Lê em tiştek din jî dibînin ku pir bi hêz e:

Berxwedana awarte ya gelê Ukraynayê.”

Kargehên Spanya ji bo Ukrayna leşkeran kom dikin

Di şerê li Ukraynayê ku dirêj dike de, pêwistiya welat bi leşkeran çêdibe.

Ji bo vê yekê kargehên Spanya yên bi Wezareta Parastinê ya Ukrayna yê re di nava têkliyan de ne ji bo vê yekê kar dikin.

Kargeh di berdêla şerkirina li Ukraynayê de, îdia dike ku wê 3 hezar û 400 euro bide.

Lê beriya peyman were îmzekirin, kesê dilxwaz di perwerdeyan re tê derbaskirin.

Artêşa Ukrayna di warê diyarkirina mijara leşkerên xwe de sar nêz dibe.

Tê gotin nêzî 500 hezar leşker hene.

Ev jimar li gorî ya beriya şerê li welat 2 qatî zêde bûye.

Li Kubayê 17 kesên bo Rûsya leşker kom dikirin binçav kir

Her wiha Kuba ji beşdarkirina welatiyên xwe di şerê li Ukraynayê de bihêrse.

Piştî helwesta li hemberî xebatên Rûsya yên beşdarkirina welatiyên wê di şerê li Ukrayna de, Wezareta Karên Hundir a Kubayê ket tevgerê.

Wezaretê ragihand ku 17 kesên wan guman jê dikirin ku ji bo Rûsya di şerê Ukraynayê de kes kom dikirin hatine binçavkirin.

Rûsya bi roketan êrişî Ukrayna kir: 17 kes mirin, 32 birîndar bûn

Back to top button