Wezîrê Karê Derve ê Rûsyayê Sergey Lavrov gefên şefê rêjîma Tirk Erdogan ên li dijî Sûrî bi bîr xistin û got; Êrişeke muhtemel li dijî Sûrî wê ji aliyê em ve neyê qebûlkirin. Wezîrê Tirk Mevlût Çavuşoglu jî bi van gotinan gilî û gazincên xwe ji hêzên cîhanî kirin: Hemû hêzên dijberî hev li dijî wê yekên em li Bakur Sûrî bi tevgereke leşkerî rabin.
Li Paytexta Rûsyayê Mosko wezîrê karê derve ê vî welatî Sergey Lavrov û hempîşeyê xwe ê Sûriyê Faysal Miqdad kom bûn.
Piştî civîna aliyan, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û di rojevê de gefên dewleta Tirk hebûn.
Wezîrê Rûs Lavrov anî ziman ku tevgerên leşkerî wê aramiya Sûrî têk bibin û ev hişyarî da Enqerê:
Êrişeke muhtemel a li dijî Sûrî wê ji aliyê em ve neyê qebûlkirin.
Wezîrê Karê Derve ê Sûriyê Faysal Miqdad jî anî ziman ku yekane rêya çareseriya aloziya li welat, derketinê hêzên Tirk e û got:
Nabe ku Tirkiyê li ser yek milîmê xaka Sûrî bimîne.
Bê şert û merc em dibêjin lazime dagirkeriya Tirk bidawî bibe.
Gilê û Gazincên Çavuşoglu: Hemê hêzên dijberê hev li dijî operasyona me ne
Wezîrê Karê Derve ê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu jî îro ji ber helwesta hin hêzên cîhanî ya li dijî êrişa wan, nerazîbûn nîşan da.
Çavuşoglu îdîa kir ku her kes li hemberî êrişa wan a li dijî Bakurê Sûrî dibe asteng û got;
Welatên ku dijminên hev in li hemberî operasyona me a li dijî YPG’ê dibin asteng.
Amerîka û Îran,
Îran û Îsraîl,
Rêjîm û Rûsya jî li dijî operasyona me ne.
Ji xwe Amerîka û hin welatên ku destekê didin YPG’ê gelek caran dijberiya xwe eşkere kirin.
Çavuşoglu yê encama kambax a dema dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ji nedîtî ve hat û îdîa kir ku tevgerên wan dibin sedema aramiyê.
Aramiya wezîrê Tirk behsa wê dike jî,
Kuştina bi hezaran kesî, koçberiya bi sed hezaran, wêran û talankirina mal û milê gel e.