Meclisa Kantona Hesekê li Şedadê civînek li darxist

Meclisa Kantona Hesekê bi armanca şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî û leşkerî li herêmê bi rûspiyên êlên ereb ên Herêma Başûr a Hesekê re civiya.

Di civîna ku li navçeya Şedadê li dar ketiye de rûspiyên êlên Herêma Başûr û nûnerên êlan beşdar bûn.

Der barê girîngiya civînê û encamên wê de, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman axivî..

Xebat Silêman diyar kir ku armanca sereke ya lidarxistina civînê ew e şîrovekirina rewşa heyî ye ..

Xebat Silêman got :

“Me nêrîn û pêşniyarên rûspiyan ên têkildarî rêbazên tunekirina keysbaziyê di nav saziyan de guhdar kir.

Wan ji bo wê pêşniyar kir ku guhertinên rêveberî di gelek saziyên li herêmên başûr de çêbibin.”

Di dawiya civînê de, Meclisa Kantona Hesekê, soz dan rûspiyan ku pirsgirêk û azarên şêniyên herêmê çareser bikin.

Rûspiyan jî pesna rola Rêveberiya Xweser di rûniştandina ewlehiyê de dan.

Her wiha diyar kirin ku baweriya wan bi rêveberiyê heye..

Back to top button