YBŞ’ê salvegera 8’an ya rizgarkirina Şengalê pîroz kir

Fermandariya YBŞ’ê bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek belav kir û wiha got:
“Ev civaka kevnar çawa ku di sala 2014’an de li hemberî dagirkerî û qirkeriyê rabû û berxwe da, wê li hemberî dagirkerî û qirkeriyên nû bi mezintir berxwe bide.

Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de Şengal ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin.

Bi hezaran Êzidî di komkujiyê re derbasbûn, bihezaran jin û zarok ji ber bêparastinbûn dîl ketin destê DAIŞ’ê.

Hîn jî aqûbeta bihezaran jin û zarokên Êzidî nayê zanîn.

Gerîlayên HPG-YJA Star, li gel ciwanên xwebexş yên Êzidî û hevkariya YPG-YPJ’ê 13’yê Mijdara 2015’an Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir.

“Berxwedaniya gel Gerîla û YPG-YPJ planên dijmin vala derxist”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi boneya 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek belav kir.

YBŞ’ê rizgarkirina Şengalê li Rêber Apo, cangoriyên xwe, malbatên cangoriyan, civaka Êzidî, li şervanên YPG-YPJ’ê û li Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pîrozkir û got:

“Beriya 8 salan bi destê çeteyên DAIŞ’ê û xiyaneta PDK’ê êrişeke qirkirinê bi ser gelê me de anîn.

Li hemberî vê qirkirinê, gelê me bi îrade û baweriya xwe û derfetên kêm yên li berxwe da.

Ev berxwedanî vegerîya têkoşîna ku hesabên dijmin vala derxist.

Bi taybetî ew berdêl, fedekarî, qehremanî û keda Gerîlayên Azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê bu dîrok.”

“Divê gelê me têkoşîna xwe mezin bike”

YBŞ’ê di berdewamî daxuyaniya xwe de balkişand li ser polîtîkayên qirkirina civaka êzidî û ev tişt anî ziman:

“Bi kuştin, revandin, komkujî û koçberkirinê ve xwestin civaka me ji holê rabikin

Me bi wê îradeya xwe li kêleka Gerîla û şervanên YPG-YPJ’ê hesabên dijmin tev têk birin.

Divê gelê me jî ser vî esasî baweriya xwe xurt bike û têkoşînê xwe mezin bike.”

YBŞ: Em ê destkeftiyên şehîdan bi Şengaleke xweser tacîdar bikin

YBŞ’ê da zanîn ku dewleta Tirk bi rêka xayîn û xwe firoşan dixwazin fermaneke nû li gelê me bidin jiyankirin, lê ew ê vê civaka kevnar ku li ser esas fikrê Rêber apo xwe berwerde kiriye biparêzin.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di dawî de teqez kir ku ew ê destkftiyên ku bi xwîna şehîdan hatiye bi destxistin, bi şengaleke xweser tacîdar bikin.

Back to top button