Li dijî polîtîkayên AKP’ê yên kuştina jinan bi sedan jin li Stenbolê daketin qadan

Bi sedan jin li Stenbolê duh li dijî zayendperestî û tundiya li ser jinan daketin qadan û kiryarên AKP`ê şermezar kirin. 

Li Tirkiyê di nava 15 salên dawiyê de şideta li ser jinê zêde bûye.

Ev yek bi daneyên ku di raporên NY î de derketine jî eşkere dibe.

Li gorî raporên NY li Tirkiyê ji sedî 40 mêr li hevjîna xwe dixin.

Bi taybetî qanûnên sivikirina tundiya li ser jinê ya di serdema deshilatdariya AKP’ê de ev rêje hîn zêdetir kir.

Li dijî vê yekê jî jin li Stenbolê bi slogana “Na ji qetilkirina jinan re” û “Ne cemawer bin, bertekekê nîşan bidin” gotin.

Raporên Rêxistinên Mafên Jinan ên li Tirkiyê diyar kir ku di nava 8 mehên dawîn de, li Tirkiyê 284 Û di sala 2018`an jî 440 jin hatine kuştin.

Di nava 440 sûcdariyên qetilkirina jinan de, heta niha 131 bûyer nehatine naskirin, her wiha li ser rêyan û piran jinên kuştî hatin dîtin.

Leave a Reply

Back to top button