Ev 54 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ji Rojnemevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 54 rojin agahî nayê girtin.

Edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku, 54 rojin agahî jê nayê girtin.

Her ku diçe metersînek mezin li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Di derbarê revandina Silêman Ehmed de parêzera Nerîman Ehmed daxuyaniyek da û got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.

Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin.

Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir da ku daxwaza dîtina Silêman Ehmed bikin û hemû rêkarên yasayî cîbicî bikin û bikin bi wekalet.

Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”

PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed berpirse.

53 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button