DYA û NY bang li Rûsya û Tirkiyê kir ku hêz û çeteyên xwe ji Lîbyayê vekişînin.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji ragihandinê re diyar kir ku ew li ser derketina hêzên Rûsya û Tirkiyê ji Lîbyayê bi-rijd in.
Heman bang ji Amerîkayê jî li ser zimanê nûnerê wê yê li gel NY Richard Mills hat, ku divê Tirkiye û Rûsya tevî hêzên fermî û çeteyên xwe ji Lîbyayê derkevin.
Li gorî peymana agirbestê ya di Cotmehê de hatibû îmzekirin, divabû di nava 90 rojî de, çeteyên biyanî ji wir vekişiyana û hatibana derxistin.