Koçberên Efrînî: Li dijî êrîş û gefan em ê berxwedanê mezin bikin

Ji bo dagirkeriya xwe berfereh bike, Erdogan dest bi gefên êrîşan kiriye û pê re jî serî li rê û rêbazên xerab dide.. Li dijî van gef û rêbazan, Koçberên li Til Rifetê piştrast dikin “ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedanê dewam bikin û heta rizgarkirina Efrînê têbikoşin.”

Koçberên Efrînê yên li Til Rifetê dan xuyakirin ku dewleta Tirk hewl dide vîna wan bişkîne û herêmê dagir bike.

Koçberan tekez kir “Hemû plan û gefên dewleta Tirk a dagirker wê li hemberî berxwedana koçberên Efrînê bi bin bikevin.”

Koçberan bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kirin û diyar kirin ku ev ne cara yekem e dewleta Tirk hewl dide şerê taybet li dijî gelê herêmê bimeşîne.

Back to top button