Efrîn..Istixbarata dagirker ji navçeya Mabata û Şera 5 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 5 sivîl ji navçeya Mabata û gundê Îkîdamê yê navçeya Şera revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, dagirkeran ji gundê avrazê yê Mabata û ji navenda navçeyê 4 sivîl revandin.

Hat zanîn, navên kesên ku hatine revandin Firat Ehmed, Zozan Misto Kibik, Ebd El-Mutelêb Mehî El-Dîn Şêx Neasan û Hesen Îbşano ne.

Hat ragihand kesên hatine revandin birine cihekî ne diyar.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê jî diyar kir ku dagirkeran muxtarê gundê Îkîdamê yê navçeya Şera Nebî Omer revand û birin cihekî ne diyar.

Back to top button