
Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya şaxê Helebê ji bo bîranîna şehîd Zîlan Ereb civînek li dar xist.
Civîna bîranînê li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hat lidarxistin.
Bi dehan şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de hevseroka PYD’ê Eyşa Hiso axivî, behsa kesayeta şehîd Zîlan û têkoşîna wê kir.
Endama Rêveberiya Akademiya Siyasî ya Demokratîk a PYD’ê Emel Silêman bi nasnav Zîlan Ereb di berxwedana rûmetê de şehîd bû.