Ş. Rizgar Denîz di salvegera 2. a şehadeta xwe de hat bibîranîn

Rojnamevan Rizgar Denîz ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe ya 2’yemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Nûçegihanê ajansa ANHA’yê Rizgar Adanmiş ku di 18’ê Kanûna 2017’an de li Dêra Zorê di encama êrişa DAIŞ’ê de tevî du hevalên xwe şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn.

Malbata Şehîd Rizgar Denîz û hevalên wî li ser gora wî ew bibîranîn.

Rojnemevan Weysî Tallî di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna şehîdên çapameniya azad û got:

“Çawa ku Gurbet, Xerîb û Denîzan canê xwe di rêya heqîqetê de feda kir, şehîd Rizgar jî bi heman şêweyî bû şopdarê têkoşîna wan.”

Rojnemevan û nûçegihana Jin TV’yê Bêrîvan Tunç jî diyar kir ku ji bo rastî neye windakirin ew ê her tim xwedî li xeyalên şehîdên heqîqatê derbikevin.

Dayika şehîd Rizgar Meryem Adanmiş jî di şexsê Rizgar Denîz de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got:

“Şehîd Rizgar ne tenê kurê min bû, di heman demê li gel min hevalek jî bû.”

Leave a Reply

Back to top button