Doh li Helebê salvegera 18. a damezrandina PYD’ê hat pîrozkirin

Doh salvegera 18’an a damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk – PYD bû.

Bi vê wesîleyê şêniyên bajarê Helebê şahiyek li dar xistin û salveger pîroz kirin.

Şahî li qada Şehîdan a beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê li dar ket.

Hevseroka PYD’ê jî di nav de gelek kes beşdarî şahiyê bûn.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso di şahiyê de salvegera damezirandina partiyê pîroz kir û got,

Bi saya rêber Apo jin di her qadê de cihê xwe digire û di nava PYD’ê de xwedî roleke pêşeng e.

Di şahiyê de komên navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horî û koma Serhed berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

Back to top button