Rêber Apo: Rojbûna min ne rojbûneke şexsî ye, rojbûna netewekî ye

Îro 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Gelê Kurd rojbûna Rêber Apo weke rojbûna xwe dibîne û pîroz dike.  Rêber Apo di hevdîtineke sala 2014’an de dibêje, “Rojbûna min rojbûna neteweyekî ye. Azadiya min jî bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye.”

Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd yê ku bi qirkirinê û tunebûnê re rû bi rû mabû, dihat wateya mizginîya ji nû ve dayîkbûnê.

Bajarê Rihayê ku dergûşî ji gelek pêxember û şaristaniyan re kiribû, vê carê jî bi dayîkbûna Rêber Ocalan wê rûpeleke zêrîn li vê rêûresma xwe zêdebikira.

Rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd yê ku hatibû qetilkirin û li ser hatibû betonkirin bibû hêviya ji nûve zindîbûnê.

Wê Rêber Apo gelekî ku li ber mirinê bû careke din rakira ser piyan.

Di salên 1970’yî de bi gotina Rêber Apo “Êdî li Kurdistanê pelên daran nedihejiya” û dema ku cara yekem bigota “Kurdistan Mêtingeh e” wê li ser hişê xwe biçûya.

Di rewşeke wiha de Rêber Apo û komeke hevalên xwe di 21’ê Adarê ya sala 1973’an dest bi meşa azadiyê ya gelê Kurd dikin.
Ev meş jî di dîroka Kurdistanê de meşa tolhildana bi hezaran salan ya êş û kesera gelekî bindest e.

Ev meşa azadiyê ya Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo jinan jî ku bi hezaran salan ji aliyê sîstema mêrsalar de mafên wan ji destan hatibû girtin, bibû hêviyeke mezin ya azadiyê.

Ji lewre jî yek ji hevrêyên Rêber Apo yê destpêkê ya vê meşa azadiyê Sakîne Cansiz bû.

Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya nîv sedsalî gelê Kurd kir gelê herî zana û têkoşer yê cîhanê. Di gelê Kurd de, ku di rih û me jî de hatibû parçekirin zanebûna netewbûnê bipêşxist.

Bi taybetî jinên Kurd li ser felsefe û paradîgamaya Rêber Apo pêşengiyê ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re dikin.

Di 23 salên zîndana Girava Îmraliyê de jî Rêber Apo di bin şert û mercên herî giran de têkoşîn û berxwedana xwe berdewam kir û hê jî dewam dike.

Îro bi mîlyonan Kurd li ser rêya Rêber Apo têkoşîna azadiyê dimeşînin. Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo li qadan e.

Rêber Apo di hevdîtina 3’yê Nîsana sala 2014’an ya bi Şandeya Îmraliyê re li ser daxwaza şandeyê qala rojbûna xwe û daxwaza azadiyê ya gelê kurd dike.

Rêber Apo bale dikişîne ser girîngiya ku gelê kurd rojbûna wî weke “vejîn” pênase dikin û wiha dibêje;

“Bi nêrîna min ji dayikbûneke şexsî zêdetir, neteweyek heye ku vê rojê weke vejîna xwe pênase dike. Ez jî bi heman rengî dinirxînim û silav dikim.

Azadiya min girêdayî demokratîkbûna Tirkiyê û azadiya gelê kurd e. Ger azadiya gelê me mîsoger bibe, wê demê wateya girtîgehê jî namîne.”

Back to top button