Rêveberiya Xweser 900 DAIŞ’iyên Sûrî dadgeh dike

900 çeteyên DAIŞ’ê yên Sûrî li pêş Dadgeha Parastina Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên dadgehkirin.
Endamê Meclisa Edaleta Civakî Xalid Elî diyar kir ku dadgehkirina çeteyên Sûrî berdewam e û ranewestiyaye, lê çeteyên biyanî hîna ti kes ji wan nehatiye dadgehekirin.

Ji destpêka sala 2020’an ve, 900 çeteyên DAIŞ’ê yên Sûrî li pêş Dadgeha Parastina Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî destûra bi jimara 20’an tên dadgehkirin.

Girêdayî mijarê, Endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xalid Elî diyar kir ku dadgehkirina çeteyên Sûrî berdewam e û ranewestiyaye.

Li kêleka çeteyên Sûrî, 7 hezar çeteyên Iraqî û biyanî ji 55 dewletan ku di girtîgehê QSD’ê de ne, hene.

Xalid Elî da zanîn ku ku ti kes ji çeteyên biyanî, hîn nehatiye dadgehkirin.

Sedema vê yekê jî, ti aliyekî navneteweyî heta niha alîkarî nedaye Dadgeha Parastina Gel.

Di vê derbarê de, Meclisa Edaleta Civakî civînan bi gelek hêz û welatên Koalîsyona Navneteweyî re li dar xistiye.

Xalid Elî: Civaka nanveteweyî ji bo darizandina çeteyan ne hevkar e

Elî pişrast kir ku tu piştevanî ji dadgehê re, ji bilî mijarên lojistîk, nehatine pêşkêşkirin û wiha behsa astengiyan kir:

“Gelek astengî di tevahî aliyan de li pêşberî me hene, jê dadger û dedaktîf, rola dozgerî û girtîgehan, kêmbûna hejmara wergervanan.

Li gel wê, rewşa ewlehî ji ber êrîşên dewleta Tirk ên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ne-aram heye.

Nehevkariya civaka navneteweyî di dosyaya girtiyên DAIŞ’ê de jî heye.”

Endamê Meclisa Edaleta Civakî anî ziman ku piraniya çeteyan bê belge û nasnameyên kesayetî ne, lewre wan avakirina komîteyekê bi Koalîsyona Navneteweyî re, ji destpêka rizgarkirina bajarokê Baxozê de, daxwaz kiriye, lê heta niha tu bersiv nehatiye.

Xalid Elî destnîşan kir ku pêwîstî bi avakirina dadgeheke navneteweyî heye ku çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin.

Niha li girtîgehên Rêveberiya Xweser nêzî 19 hezar çeteyên DAIŞ’ê ku hovtirîn sûc li dijî gelê herêmê pêk anîne, hene.

Tevî xeteriya dosyaya çeteyên DAIŞ’ê, lê civaka navneteweyî jê direve, paşguh dike û berpirsiyariyê hilnagire.

Back to top button