Artêşa dagirker ji xeta Amediye û Dêralokê êrişî Kurojahro kirin

Artêşa Tirk a dagirker ji xeta Amediye û Dêraloka ya di bin kontrola PDK’ê de ye, êrişan dibe bi ser Kurojahro.

Dewleta dagirker ku ji 17’ê Nîsanê ve heta niha nikaribûye bigîhîje armancên xwe ji pişt ve bi alîkariya PDK’ê dixwaze devera stratejîk Kurojahro dagir bike.

Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker doh derngiya şevê ji xeta Amediye û Dêraloka ya di bin kontrola PDK’ê de ye, careke din êrişeke giran bir ser Kurojahroyê.

Hate ragihandin ku dewleta dagiker bi rêka helîkopteran dixwazin leşkeran li devera navborî dayne.

Lê rastî bersiva tund a gerîla tên, gerîla bi çekên giran bersiv didin.

Şereke dijwar niha li herêmê rû dide.

Back to top button