Ji Amerîka daxuyaniya vebijêrka Korîdora Genim

Amerîka ragihand ku ew li ser vebijêrkek ya ji bo Korîdora Genim a Derya Reş dixebitin.
Ev daxuyanî beriya serdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Fîdan bû Moskowê hat.
Hat ragihandin ku bi Romanya û Moldovayê re ji bo îxracata genimê Ukraynayê di ser çemê Dunayê re, danûstanin tên kirin.

Berî hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li gel hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov ya li Moskowê, ji aliyê Amerîka ve daxuyaniyek hat ku li ser alternatîfên Korîdora Genimê ya Deryaya Reş dixebitin.

Rayedarê payebilind ê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ku navê wî nehatiye eşkerekirin ji ajansa Reutersê re axivî û diyar kir ku ew bi Romanya û Moldovayê re ji bo zêdekirina hinartina genim a Ukraynayê bi rêya çemê Dunayê re di nava danûstandinan de ne.

Piştî ku Rûsyayê di Tîrmehê de peymana Korîdora Genim a Deryaya Reş bi awayekî yekalî rawestand, li ser rêyên alternatîf dest bi nîqaşê hatin kirin.

Tirkiye jî diyar kir ku ji rêya Deryaya Reş re alternatîfek tune û rêyên din jî metirsîdarin.

Rêgeha nû ya korîdora genim: Çemê duna

Rayedarê Amerîkî ji Reutersê re axivî û got,

“Em ji bo piştgirîkirina rêyên alternatîf di nav şêwrê de ne.

Ya herî girîng çemê Dunayê ye.

Ev rê di nav avên axa NATO’yê de dimîne.

Ji ber vê yekê ji bo me rêyek pir balkêş e ku rêyek ewletir diafirîne.”

Rayedarê Amerîkî da zanîn ku ev rê potansiyela hinardekirina mîqdarên girîng heye.

Armanca wan ew e ku îxracata genim bi rêya Dunayê re du qat bikin û di hefteyên pêş de wê bi Romanya û Moldovayê re hevdîtinek bê kirin.

Di çarçoveya peymanê ya salekê de, 33 milyon ton genimê Ukraynayê radestî bazarên cîhanê hat kirin.

ji Rûsya plana Qeter-Tirkiye

Beriya serdana Hakan Fîdan, Wezareta Derve ya Rûsyayê duh ragihandibû, plana ku ji aliyê Moskowê ve weke alternatîfa peymana genim a Deryaya Reş hatiye pêşniyarkirin, wê were gotûbêjkirin.

Di çarçoveya vê planê de, bi piştgiriya aborî ya Rûsya û Qeterê, tê pêşbînîkirin ku milyonek ton genim bi bihayekî erzankirî ji Tirkiyê re were şandin û piştre jî ji bo welatên pêwistiya wan ya lezgîn heyî bê şandin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got,

“Em difikirin ku ev proje bijareya herî guncaw e ku dikare bibe alternatîfa peymana Behra Reş û dikare bixebite.”

Back to top button