Li Afrîkaya Başûr agir bi avahiyekê ket: Herî kêm 60 kes mirin

Li Afrîkaya Başûr avahiyeke bilind şewitî.
Ji ber şewata dijwar bêtirî 60 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn.
Berdevkê Servîsa Alîkariya Lezgîn ragihand ku avahî ji aliyê kesên bê mal ve dihat karanîn.

Di şewata ku ji ber sedemeke nediyar a ku li avahiyeke pirqatî ya li Afrîkaya Başûr derket de jimara miriyan derket 63’an.

Di dema ku şahidan tomar kirin ku nêzîkî 200 kes di avahiyê de dimînin, rayedaran ragihand ku 43 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li bajarê herî mezin ê Afrîkaya Başûr Johannesburgê di saetên serê sibê de ji ber sedemeke nediyar di avahiyeke pirqatî de şewat derket.

Piştî mudaxeleya Tîmên lezgîn û agirkujiyê şewat bi zorê hate kontrolkirin.

Lêbelê, rayedaran diyar kirin ku di hundurê avahiyê de hêj dûmanek pir zêde heye.

Berdevkê Servîsa Alîkariya Lezgîn Robert Mulaudzi da zanîn ku di şewatê de heta niha 1 jê zarok cenazeyên 52 kesan gihandine.

Rayedaran piştre eşkerekirin ku jimara miriyan bû 63.

Mulaudzi daxuyakirin ku dibe hejmara miriyan zede bibe.

Di nava birîndarên ji bo nexweşxanê hatîn veguhestinde rewşên giran jî heye.

Mulaudzi diyar kir ku ev avahî bi awayekî nefermî ji aliyê bêmalan ve wek stargeh dihat bikaranîn.

Kesên li derdorê avahiyê dimînin jî danzanîn ku li avahiyê derdora 200 kes dimînin.

Tê gotin piraniya van kesan koçberên bê destur li welat dimînin e.

 

Back to top button