HPG: Li Zapê herî kêm 10 dagirker hatin cezakirin

Gerîla rojane bi çalakiyên mezin derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker dide.
HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên gerîlayan de, di sê rojên dawî de li herêma Zapê herî kêm 10 leşkerên artêşa dagirker hatin cezakirin.

Li bakur û başûrê Kurdistanê şerê gerîla yê li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber dewam dike. Artêşa dagirker rojane li hember gerîla windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê çalakiyên gerîlayan de agahî da.

HPG’ê ragihand ku operasyona dagirkeriyê ya ku 14’ê Mijdarê li herêma Zapê dest pê kiriye hîn jî didome û niha li herêmê şerek sing bi sing tê kirin.

HPG’ê derbarê encama şerê 3 rojan de ev agahî parvekir:

“14’ê Mijdarê li dijî dagirkerên ku hewl didan li qada Qela Bêdewê bi cih bibin, bi rêbaza sabotajê çalakî hate lidarxistin.

Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 dagirker di encama çalakiyê de hatin cezakirin.

Lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn zêdetir e.

15’ê Mijdarê dagirkeran dema xwestin ku ji gundê Nêrwe ber bi qada Tîpa T ve biçin, ketin kemîna gerîla.

Di vê kemînê de derbên giran li dagirkeran hatin xistin û herî kêm 3 dagirker hatin kuştin.”

Her wiha HPG’ê diyar kir ku di vê şerê de 2 gerîla jî şehîd bûne.

HPG’ê diyar kir, 16’ê Mijdarê jî gêrîla li dijî dagirkerên ku li Girê şehîd Mûnzûr bi cih bûn, çalakî pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de jî 5 dagirker hatin kuştin 2 jî birîdar bûn

HPG ragihand ku 13’ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li gundên Minînê û Banîkê yên qada Pîrbila ya Heftanînê dest bi operasyonê kir. Lê di 14’ê mijdarê de dagirker bê encam li herêmên navborî vekişiyan.

HPG’ê derbarê êrîşên hewayî de jî agahî da û diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Çemço ya herêma Zapê bobebaran kirin.

Hat diyar kirin di vê êrîşê de tiştek hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button