Dagirkeran 50 darên zeytûnê yên şêniyên navçeya Şera birîn

Li navçeya Şera darên daristana Meydankê û darên zeytûnan birîn.

8’ê Mijdarê çeteyan ji bo bazrgaiyan êzingan, li navçeya Şera 50 darên Zeytûnê birîn.

Rêxistinê Mafê Mirovan li Efrînê da zanîn ku çeteyan 30 darên Zeytûnê yê şêniya bi navê Nezîra Mihemed Ebdo ji gundê Xirabê Şera birîn.

Her weha 20 darên zeytûnê yên şêniyekî ji gundê Metîna birîn.

Çeteyan li gundê Maratê û Gundê Mezin yên Efrînê jî, darên zeytûnê yên şêniyan bêserûber dibirin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, li Efrîna dagirkirî 18 milyona darên zeytûnê hatine çandin, di encama kirinên hovane yên çeteyan gelek dar hatin birîn û şewitandin.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ragihandibû ku komên çeteyan dest danîne ser darên li navçe û gundên dagirkirî.

Li gorî berdevkî rêxistinê, çeteyan heta niha zêdeyî 280 hezar darên zeytûnan birîne, zêdeyî 15 hezar dar şewitandine û zêdeyî 20 hezar dar jî hil kirine.

Back to top button