Li bajarê Bane kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin

Êrişên hêzên Îranê yên li ser kolberên Kurd dewam dikin.
Kolberekî Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin.
Artêşa Tirk jî li ser sînorê Bakurê Kurdistanê kolberek kuştin.

Roja 11’ê Îlonê li herêma Hengejalê ya ser bi Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ve hêzên Îranê êrişî komeke kolberan kirin.

Di encama êrişê de kolberê bi navê Rizgar Mihemedzade yê 40 salî ku xelkê bajarê Seqizê ye û bavê du zarokan ne hate kuştin.

Heman rojê kolberê bi navê Seîd Kerîm jî birîndar bû.

Hate diyarkirin ku hêzên Îranê di êrişê de êşkence li kolberê bi navê Mihemed Qaremanî û Siyamek Şirkî kirin.

Artêş Tirk gule li kolberekî Kurd barand û ew kuştin

Her wiha li sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de leşkerên dewleta Tirk gule li kolberekî ciwan ê bi navê Esker Derwîşzade barandin.

Hate diyarkirin ku Esker Derwêşzade ji gundê Kerkûş a herêma Elend ya bajarê Xoyê ye.

Di encama gulebaranê de Esker Derwîşzade ku bavê sê zarokan bû hate kuştin.

Hate diyarkirin ku hêzên Îranê li bajarê Pîranşarê jî bi ser mala kolberê bi navê Iskender Bîsêpar girtine û bi êşkenceyê ew binçav kirine.

Back to top button