“3 hezar xwendekarên Til Temir û Zirganê ji ber êrişan ji xwendinê bêpar mane”

Ji bo sala nû ya xwendinê re tenê çend roj mane.
Lê, xwendekarên li herêmên nêzî eniyên şer ji ber êrişên dagirkeriyê ji perwerdeyê bêpar dimînin.
Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê de, Zehra Elî têkildarî mijarê axivî û got;
“Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Zirgan û Til Temirê bûn sedema ku 3 hezar û 596 xwendekar ji temamkirina pêvajoya perwerdeyê bê par bimînin”

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 18’ê Îlonê wek roja destpêkirina dewama xwendekaran ji bo her sê qonaxên xwendinê ragihandibû.

Lê, xwendekarên li herêmên nêzî eniyên şer ji ber êrişên dagirkeriyê ji perwerdeyê bêpar dimînin.

Dewleta Tirk a dagirker heya niha gelek dibistan kirine armanca êrişan û ew kirine baregehên leşkerî.

Ev yek ziyanek mezin gihandiye perwerdeyê ango pêşeroja zarokan.

Ji bo xwendekarên li nêzî eniyên şer ji dibistanan bêpar nemînin, Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê di nav amadekariyan de bû.

Der barê mijarê de rêvebera di Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê de, Zehra Elî axivî.

Zehra Elî da zanîn pêvajoya sererastkirina dibistanên li herêmên di bin hedefa dagirkeriya dewleta Tirk de, ji ber zêdebûna êrişan, hate taloqkirin û got:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Zirgan û Til Temirê bûn sedema ku 3 hezar û 596 xwendekar ji temamkirina pêvajoya perwerdeyê bê par bimînin.”

Zehra Elî diyar kir demên bêhnvedanê yên xwendekaran hatin betalkirin da ku waneyên perwerdeyê ji wan re bên zêdekirin.

Di dawî de Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê, Zehra Elî têkildarî amarên xwendekar û dibistanên li Temir û Zirganê ev agahî dan:

“Li Til Temirê 7 hezar xwendekarî hene, lê ji wan tenê 4 hezar û 526 xwendekar in

Hejmara dibistanên li navçeyê û gundewarên wê jî bi giştî 126 e û ji wan 85 dibistan niha çalakin

26 dibistan jî di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne û hin dibistan jî hatine wêrankirin.

Li navçeya Zirganê jî ji 4 hezar xwendekarî 2 hezar 878 xwendekar in.

Hejmara giştî ya dibistanan jî 81 e, ji wan 40 dibistan niha çalak in û 35 dibistan di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne.”

Ew jî li gorî amarên beriya dagirkeriya Tirk a li Serêkaniyê ku di Cotmeha 2019’an de pêk hat.

Ji ber êrişan nêzî 2 hezar xwendekarên Eyn Îsa û Girê Spî ji xwendinê bêparin

Back to top button