YPJ nasnameya şehîdekê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke Ragihand ku Jina Berxwedêr a Botanê û yek jî pêşenga şoreşa Rojava Mizgîn Botan, duh dema li ser erka xwe bû di encama qezayekê de şehîd bû.YPJ’ê teqez kir ku ewê xwedî sozdariya pêk anîna, hemû xewn û xeyalên hevrêyên xwe derkevin û asta têkoşînê bilind bikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî şehadeta şervana xwe Rojda Kayner (Mizgîn Botan) daxuyaniyek weşand.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di pêjavoya Şoreşa Jin a Rojava de bi hezaran ciwanên kurd bi rihê yekîtiya netewî û gelena berêx we dan Rojava û şehîd Mîzgîn jî yek jî wan bû.

YPJ’ê balkişand li ser rola şehîd Mizbîn Botan di têkoşîna li dijî DAIŞ, taybet jî rizgarkirina kobanê de û got:

“Hevrê Mîzgîn weke fermandareke ciwan hemû erkên xwe ye demê xwedî derket.

Bi rihê çanda Botana Berxwedêr berê xwe dide nav refên azadiyê.

YPJ: Hevala me Mizîn Botan di encama qezayekî de şehîd bû

Heval Mizgîn dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin, weke jineke werek li hemberî vê hovitiyê rabû û di sala 2014’an de tevlî nava refên YPJ’ê bû.

Hevrê Mizgîn di têkoşîna ku li hemberî DAIŞ’ê hate meşandin de rol û misyoneke girîng leyîst. ”

YPJ’ê diya kir ku Şehîd Mizgîn heta kêliya dawî, bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi erka xwe rabû û danehevên xwe jî bi rêhevalên xwe re parvekir.

Fermandariya Giştî a YPJ’ê diyar kir ku şoreşgera mezin Mîzgîn Botan di dîroka 29’ê Çileya 2023’an de dema li ser erka xwe bû di encama qezayê de gêhîşt mertebeya şahadetê.

“Sozdariya me bi şehîdan re wê bibe bilindkirina asta têkoşînê”

Fermandariyê di serî de ji malbata Şehîd Mizgîn û tevahî gelê welatparêz ê herêmê re sersaxî xwe û wiha bidawî kir.

“Em weke Yekîneyên Parastina Jin xwedî sozdariya pêk anîna, hemû xewn û xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd in.

Sozdariya me ya ji bo hevrêyên me yên şehîd re bilindkirina me ya têkoşînê ye.”

Fermandariyê herî dawî nasnameya şehîd eşkerekir û nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mizgîn Botan
Nav û Paşnav: Rojda Kaynar
Navê Dayikê: Halîme
Navê Bav: Abdullah
Cih û dîroka şehadete: 29.01.2023-Eyn Îsa

Back to top button