Kongra Star cezayê darvekirinê ku dewleta Îranê li jinên ducanî dibire bi sûcek dermirovî pênase kir û got:
“Serhildana Jin, Jiyan, Azadî bi ser ket û dê serketî bimîne”.
Rejîma Îranê cezayê darvekirinê dide xwepêşandarên serhildana Jin Jiyan Azadî taybet jî cezayê darvekirinê dide jinan.
Kongra Star der barê vê yekê de daxuyanî da û got:
Kongra Star diyar kir ku tirsa dewleta Îranê ya ji îradeya jin û civakê êdî ketiya pêvajoyeke hîsterîk.
Li Îranê rojekê jî zext û sûcên qetilkirinê yên li dijî gel bi taybetî li dijî jin û zarokan ranewestiyane.
Her kesên ku hewl didin ji bendên koletiyê rizgar bibin tên girtin û cezayên darvekirinê li wan tên birîn.
Meclisê anî ziman ku dewleta Îranê ji bo serhildana ku hêza ji felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” digire, vemirîne di nava hewldanan de ye û got:
Ev rejîm guh nade daxwazên xwepêşanderan.
Berovajî vê yekê hikumeta wê tundiyê bi kar tîne da ku xwepêşanderan bitirsîne û nehêle daxwazên mafên xwe yên sîstemeke adil, demokratîk a dûrî tundiyê pêk bînin.
Cezayê darvekirinê ya li jinên ducanî, îşekceyên fîzîkî, dirûnî û exlaqî yên di girtîgehên wê de sûcekî dermirovî ye.
Tevahî ol û bawerî îşkencekirina mirovan û bêparhiştina wan ji mafê jiyanê heram dike.
Tevî van kiriyaran serhildana Jin, Jiyan Azadî, dewam dike.
Em Meclisa Kongra Star, bi rihê şoreşa jinan û wefedariya bi armancên şehîdan, em piştgiriyê didin serhildana Jin, Jiyan, Azadî.
Em bi hêvî ne ku bi pêşengiya jinên ciwan û jinan wê serhildana Rojhilatê Kurdistanê bi ser bikeve ..
Li ser vê yekê, em bang li tevahî gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, tevahî dostên wan dikin ku têkoşînê berfireh bikin..