Şaredariya Gel ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêçê neçar ma ku projeyên xizmetguzariyê ji bilî yên paqijiyê, rawestîne.
Der barê vê mijarê de, endama rêveberiyê ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatme Heyder got:
“Sotemeniya ku me ji bo projeyên xizmetguzariyê rakiribû têrê nake .
Ji ber wê em neçar man ku tenê xebatên girîng wek xebatên paqijikirina herdu taxan, bidomînin.”
Fatme Heyder diyar kir ku pêdiviya şaredariyê mehane bi 9 hezar û 590 lître mazot û hezar û 297 lître benzîn heye.
Lê belê ji ber dorpêça Firqeya 4’an a hikûmeta Şamê sotemenî derbasî herdu taxan nabe.



