Nûnerê Amerîkî li gel Rêveberiya Xweser civiya

Nûnerê Amerîkayê yê bo Bakur û Rojhilatê Sûrî serdana Rêveberiya Xweser û behsa mijarên ewlehî, aborî û aramiya herêmê hatin kirin.
Grainger piştgiriya welatê xwe ji bo bipêşxistina projeyên aborî û destekdayîna ji aramiyê re piştrast kir.

Malpera fermî ya Rêveberiya Xweser ragihand ku nûnerê Amerîkayê ji hêla Desteya Serokatiya Meclisa Rêveber ve hat pêşwazîkirin.

Di wê civînê de, Desteya Karê Hindir û nivîsgeha lêkolînan amade bûn û nîqaş têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî bi giştî û rewşa ewlehî û geşedanên “Operayona Tolhildana Şehîdên Reqayê” bi taybet, hatin kirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid behsa gef û êrîşên dewleta Tirk û armanckirina çavkaniyên jiyanê û bandora wan li rewşa ewlehî û aborî kir.

Nûnerê Amerîkî: Em ê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûrî re bidomînin

Nûnerê Amerîkayê Nicholas Grainger piştrast kir ku ew ê desteka projeyên domdar, projeyên aborî, rewşa ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûrî, bidomînin.

Li gorî malpera Rêveberiya Xweser nûnerê Amerîkî li herêma Cizîrê û Reqayê geriyaye û dê li gel rêveberiya sivîl a Reqayê û şêx û rûspiyên êlan, hevdîtinan bike.

Back to top button