Çeteyan li Efrînê, sivîlek revand û 1 jî birîndar kirin

Kirinên hovane yên çeteyên dewleta tirk li Efrînê didomin, çeteyan sivîlek revandin û yek jî birîndar kirin.

Çeteyên bi navê qaşo” Polîsên Leşkerî”, sivîlê bi navê Ebdîn Etena yê ji gundê Hebo yê navçeua Mabata ya Efrînê, revandin.

Li gorî malpera Afrîn Post, çeteyan Ebdîn ji mala wî ya taxa Eşrefiyê birin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Di heman çarçoveyê de jî, duh li ser rêya gundê Cûqê yê Efrînê, çeteyan erebeyek gulbaran kir.

Di encamê de sivîlê bi navê wî Idrîs Mihemed Ehmed birîndar bû.

Back to top button