Serçete “El-Şamî” yê di girtîgeheke Babê de bû, serbest berda

Dewleta Tirk a dagirker serçeteyê bi navê Ebû Yezen el-Şamî ku di girtîgeheke bajarokê Ra’î yê Babê de bû, serbest berda.

Ebû Yezen serçeteyekî DAIŞ’ê ye, li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê bû û 4 salan di nava çeteyan de mabû.

Beriya salekê kete girtîgeha navendî ya bajarokê Ra’î ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, serçete serbest hate berdan, lê cihê wî nehat zanîn.

Piştî proseya radestkirin û wergirtina navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê, artêşa Tirk 18’ê Tebaxa 2017’an ev bajarok dagir kir.

Back to top button