Li Sîdekan ji bo Rojava kampanya alîkariyê hat destpêkirin

Li bajaroka Sîdekan a herêma Biradost ji bo xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî kampanya alîkariyê hat destpêkirin. Her wiha dibistanek amadehî ya zarokan a li bajarokê Rizgarî alîkarî kom kirin û şandin Bakur û Rojhilatê Sûrî. 

Li Başûrê Kurdistanê ji bo xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî kampanya alîkariyê berdewam dike.

Li bajarokê Sîdekan a Hewlêrê jî kampanya alîkariyê hate destpê kirin û tê payîn ku heftiyekê berdewam bike.

Hişyar Biradostî ku beşdarî kampanyayê bûye li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku xelkê Biradostê di mijara neteweyî û nîştimanî de her tim amade ye.

PIŞTGIRIYA BI BERXWEDANA RÛMETÊ RE
LI RIZGARÎ ZAROKAN JI BO ROJAVA ALÎKARÎ KOM KIRIN

Zarok jî ji bo Rojava kampanya alîkariyê dan destpêkirin.

Kampanya alîkariyê ku li Dibistana Amadeyî ya Kawa ya li bajaroka Rizgarî ji bo zarokên Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin bi dawî bû alîkariyên hatin komkirin wê ji bo zarokên Rojavayê Kurdistanê werin şandin.

Leave a Reply

Back to top button