Eşîra Begara: Em yekin û li pişta şervanên xwe QSD’ê ne

Şêx û rûspiyên eşîra Begara ya gundewarê rojava yê Dêrazor li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya xwe bi QSD`ê re nîşan dan.
Rûsipî û serokeşîrna bang li hemû eşîr û pêkhateyên herêmê kir ku li dijî projeyên mêtingeriyê yên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin.

Eşîrên herêmê tevî hemû lîstikên dagirkeran jî di yeketiya xwe de israrin.

Dewleta Tirk bi rêka hin kesayetên ku nayên naskirin, bi navê eşîrên li herêmê bikartîne, da ku dagirkeriya xwe bi rêka wan rewa bike, di nav lîstikan de ye..

Têkildarî mijarê şêxê eşîra El Menasre ku yek ji eşîra Begare ye Xalid Xelîl El Mozer ji ANHA re axivî.

Xalid Xelîl El Mozer got:

“Dewleta Tirk a dagirker 25`ê Îlona 2017’an ji 29 eşîran meclisek bi navê ”Meclisa Eşîrên Sûriyê” damezrandibû û îdia dikir ku nûnertiya hemû eşîrên erebî, kurdî, tirkumanî dike. Lê ev yek ne rast e, ev kesên ku li ser navê me diaxivin, nûnertiya me nakin, nayên naskirin jî.

Xalid El Mozer diyar kir ku ew li gel QSD’ê ne û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Her tim dewleta Tirk a dagirker dibêje eşîrên herêmê di şerê heyî de piştgiriya QSD’ê nake. Lê bila her kes bizanibe, em ewladên eşîrên Dêrazorê bi giştî li dijî çi kesên hewl didin êrişî herêmên me bikin, dagirbikin, em bi yek destî piştgiriya QSD’ê dikin.”

El Mozer anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxe, û ev nirxandin kir:

“Em ê nekevin xefka van fitneyan û emê biratiya gelan li herêm biparêzin û hîn xurtir bikin.”

Şêxê eşîra El Mîlac ku ew jî yek ji eşîra Begara Mihemed El Hisên El Hacî jî dibêje:

“Li dijî dewleta Tirk ku hewl dide xaka me dagir bike em yek gel in. Dagirker bi çavekî biçûk li gelê Sûriyê nêrî û aloziya ku herêm tê re derbas dibe bi kar anî da ku planên xwe yên qirêj pêk bîne.”

Mihemed El Hacî di dawiyê de piştgiriya xwe bi QSD`ê re anî ziman û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Em rê nadin dewleta Tirk ku xaka me dagir bike.”

Back to top button