Şêniyên Tebqa cenazeyê şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê oxir kir

Bi sedan şêniyên herêma Tebqa û Firatê cenazeyê şehîd Cuma Elî û şehîd Mihemed Îbrahîm El Elî oxirkirin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm El Elî di 18’ê Tebaxê di encama kirîza dil de şehîd bû.

Bi sedan şênî, nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, partî, rûspî û endamê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoregşer ên Sûriyê tevlî merasîma oxirkirinê bûn.

Her wiha di merasîmê de hat gotin ku şehadet berztirîn wate û nirxên mirovahiyê ye û taybetmendiyeke rûmetê ye.”

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê kir.

Back to top button