Di saetên êvarê de Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê ya Silêmaniyê û Eniya Piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re têkildarî êrişên dewleta Tirk ên ser Rojavayê Kurdistanê civînek çapemeniyê lidarxist.
Êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê rojeva civînê bû.
Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Suriyeyê ya Silêmaniyê Evîn Swêd di civînê de axivî û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezarkir û got:
Dewleta Tirk a dagirker bi tank û obusan herêmên Şehba, Eyn Îsa, Kobanê, Zirgan, Til Temir, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Girê Spî û zêdietirî 45 gund topbaran kiriye.
Evîn Swêd da zanîn di encama van êrişên de gelek şehîd û birîndar çêbûn.