Şandeya Iraqê li Hewlêrê bi KNK’ê re civiya

Şandeya Tevgera Demokratîk a Iraqê serdana nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistan a Hewlêrê kir û li gel hevserok û endamên KNK’ê civiya.

Îro şandeya Tevgera Demokratîk a Iraqê serdana Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê kir.

Şande ji aliyê Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad û endamên KNK’ê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de behsa rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê hat kirin.

Her wiha behsa dagirkeriya dewleta Tirk a ku roj bi roj li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê zêde dibe hat kirin.

Her du alî li ser wê yekê hemfikirin ku dewleta Tirk bi niyete xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê dagir bike û ji bo vê yekê jî amadekariyên mezin dike.

Her du aliyan di civînê de xwestine ku di zûtirîn dem de pêşî li êrişên dagirkeriya Tirk were girtin.

Back to top button