Meclîsa Til Temirê sûcên mirovahiyê yên dewleta Tirk bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Meclîsê bang li saziyên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî kir ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk rawestîn û erkên xwe bi cîh bînin.
Meclisa Navçeya Til Temirê êrîşên dagirker yên dewleta bi daxuyaniyeke çapameniyê ya girseyî şermezar kir.
Endamê meclisa navçeyê Abdulbqaî Kotî daxuyanî xwend û diyarkir ku dewleta Tirk dixwaze cih û warên wan dagir bike, gel koçber bike, li şûna wan çeteyan bi cîh bike û bi vê yekê demografiya herêmê biguhere.
Kotî îşaret pê kir ku armanca van êrîşan, zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê, piştgirî û piştevaniya wan e.
Kotî bi domdarî ev tişt anî ziman:
“Çeteyên dewleta Tirk mîna siyasetmedar Hevrîn Xelef û hevrêyên wê kuştinên meydanî pêk tîne, dest dideynin ser milkê me, talan û diziyê dikin.
Em van êrîşên hovane yên çete û leşkerên Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dikin.”
Endamê meclisa navçeyê Abdulbqaî Kotî herî dawî bang li NY, rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan yên navnetewî kir ku pêşî li dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk bigirin û berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.