11 Rojnamevanên Kurd û stajyerek hatin binçavkirin

Rojnamevan Derya Ren ku doh sibê li Tirkiyê hatibû binçavkirin di saetê êvarê de dewleta Tirk biryara girtina wê da û şand girtîgehê.
Her wiha dema binçavkirina rojnamevanên din jî rojek hat dirêjkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan binçavkirina rojnamevan şermezar kir û got:
”Hunê nikarinbin çapemeniya azad bêdeng bikin.” 

Doh polîsên dewleta Tirk li 9 bajaran li ser malên rojnamevanên ajansa Mezopotamya û JinNewsê û avahiyên ajansên navborî de girtin û stajyerek û 11 rojnamevan hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku ev serdegirtin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de pêk hatiye.

Rojnamevan Derya Ren hat girtin

Rojnamevan Derya Ren ku doh sibê li Tirkiyê hatibû binçavkirin di saetê êvarê de dewleta Tirk biryara girtina wê da û şand girtîgeha jinan a Amedê.

Her wiha hate ragihandin ku dema binçavkirina rojnamevanên din jî rojek hatiye dirêjkirin.

Zaroka Zemo Aggoz birçî hat hiştin

Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Zemo Aggoz ku ew jî hatî binçavkirin dayika zarokek 45 rojî ye.

Diviyabû zaroka wê her du saetan carekê şîr vexwara lê ji ber ku rê nehat dayîn ew zarok 5 saetan birçî ma.

Bi hevdîtina parêzeran a bi dozger re 5 saet şûnde Zemo zaroka xwe şîr da.Polîsan ew zarok tazî kirin û ji nû ve dan dayika wê.

Bervîn Bûldan: Hun nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin

Li hember girtina van rojnamevanan gelek bertek û nerazîbûn derketin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û binçavkirina rojnamevanan şermezar kir.

Pervîn Bûldan got: Hun nikarin bi heqîqetê serî bidin tewandin, hun ê winda bikin.

Hevkarên we yên di salên 90’î de nekarîn çapemeniya azad bêdeng bikin, hun ê jî nikarin bêdeng bikin.”

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku 8’ê Hezîrana 2022’an de jî 16 rojnamevanên ragihandina azad hatibûn girtin.

Back to top button