Yek ji berxwedêrê 14’ê Tîrmehê Mehmet Xeyri Durmuş

Tovên destpêkê yên berxwedana li dijî faşîzmê û serî rakirina li hemberî mêtîngeriya li ser Kurdistanê.
Di girtîgeha Amedê de bi rojiya mirinê xwe ji bo azadiya gelê Kurd bedena xwe kêlî bi kêlî helandin.
Kadroyên pêşeng ên tevgera azadiya Kurdistanê, 14’ê Tîrmeha sala 1982’yan li dijî cuntaya faşîst a Dewleta Tirk ketin rojiya mirinê.Yek ji wan berxwedêrê 14’ê Tîrmehê Mehmet Xeyrî Durmuş e ku wesiyet kiribû, “Li ser gora min binivîsin, deyindarê gelê xwe ye”.

Mehmet Xeyrî Durmuş, di sala 1955’an de li gundê Qumikê yê Çewlikê hatiyê dinê.

Heta dibistana navîn li Çewlikê dixwîne.

Piştre, Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Enqerê qezenc dike.

Xeyrî Durmuş ji destpêka jiyana xwe ve xwedî lêger û xeyalên mezin bû.

Dema diçe Zanîngehê dikeve bin bandora fikrên şoreşgerî.

Di zanîngehê de jî pêwendiya Xeyrî Durmuş ya li hemberî têkoşîna azadiya gelan, her ku diçe mezintir dibe.

Di van salan de, li ser rastiya Marksizm, Lenînîzm dikeve nava lêkolînê.

Di dawiya sala 1975’an de koma Apo’yî nas dike.

Ev koma Apo’yî ku bi çend kesan destpê dike, paşê vediguhurê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê .

Xeyrî Durmuş, di 1977’an de dest ji zanîngehê berdide û wek şoreşgerêkî tevdigere.

Li Çewlik, Amed, Mêrdin û Rihayê di xebatên rêxistinkirina gel de cih digire.

Pêşengê Tevgera Azadiyê Mehmet Xeyrî Durmuş tevlî 1. kongreya damezrandina PKK’ê ya 27ê Mijdara 1978’an bû.

Di çêkirina rêziknameya PKK’ê de jî rolek girîng lîst.

Di 30’ê Tîrmeha 1979’an de bi çalakiya Sêweregê navê Partiya Karkerên Kurdistanê li hemû cîhanê hatibû îlankirin.

Di heman salê de Xeyrî Durmuş, Mazlum Doxan, Kemal Pir, Sakine Cansız û Mustafa Karasu gelek kadro,welatparêz û bi hezaran kes hatin girtin.

Ev kes bi awayekî ku di dîroka mirovahiyê de kêm hatibe dîtin, li wan zext, zilm û êşkence hat kirin.

Wan şoreşgeran bi awayekî aktîf li dijî zilm û êşkence dest bi berxwedanêk bê hempa kirin.

Sekn û berxwedana bi rûmet a şoreşgran a li dijî her cûre êşkenceyê di nava gel de veguherî destanekê.

Ev rewş ji darbeya faşîst a 12’ê Îlonê heta rojiya mirinê ya sala 1982’yan bi vî rengî dewam kir.

Xeyrî Durmuş, li dijî zilm û zordestiyê, berxwedana 14’ê tîrmehê da destpêkirin.

Di roja 61’emîn de ango 12’ê Îlonê tevlî kervawên şehidên şoreşê dibe.

Beriya şehîd bibe, Xeyrî Durmuş ev wesiyet kir:

“Beriya bêm girtin û piştî ku hatim girtin, min erkên xwe yên partiyê tam bi cih ne anîn.

“Bila li ser gora min binivîsin, deyndarê gelê xwe ye”.

Back to top button