Li Fransayê piştî xwepêşadanên ku ji ber kuştina Nahelê rû dabû zêdetirî 700 kes hatin cezakirin.
Wezîrê Dadê têkîldarî mijarê got: “Bersiva hişk û sîstematîk pir girîng bû.”
Li Fransayê piştî ku ciwanê bi navê Nahel ji aliyê polîsan ve hate kuştibûn gelek nerazîbûn hatin nîşandan.
Di 27ê Hezîranêt de jî xwepêşandanên mezin hatin li darxistin.
Di encama xwepêşandanên ku 4 roja dewam kir de zêdetirî hezar kes hatin binçav kirin.
Niha jî kesên ku di xwepêşandana de hatine girtin têne darizandin.
Di derbarê bûyeran de hezar û 278 biryar hatin girtin.
Derbarê 700 kesan de biryarê girtinê hate dayîn û 600 kes jî sewqî girtîgehê hatin kirin.
Hin parêzeran fikarên xwe yên li ser edaleta pêvajoya darazê û cezayên girtîgehê anîn ziman.
Lê Wezîrê Dadê yê Fransayê têkîldarî mijarê got:
“Pir girîng bû ku bi tundî û sîstematîk bersiv bê dayîn.
Pêwîst bû em nîzama neteweyî vegerînin.”
Di nava kesên hatibûn binçavkirin de temenê zêdetirî 3700 kesan 17 sal bû.
Zarokên biçûk jî li dadgehên cuda yên zarokan tên darizandin.



