HPG: Hevrêyên me Herekol û Kurtay şehîd bûn

HPGê nasnameya du gerîlayên ku di cih û demên cuda de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdisanê yên welatparêz re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parasina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku di 3’ê Kanûnê de li derdora bajarokê Deywan a navçeya Kerboran a Mêrdînê gerîlayê bi navê Herekol Hezex şehîd bûye.

HPG’ê balkişand ser têkoşeriya şehîd Herekol û got:

“Ji Gabarê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê û Mêrdînê li gelek deveran 8 salan bêyî navber têkoşiya. Hevrêyê me Herekol xwedî ruhekî fedayî yê Apoyî bû, gerîlayekî vekirî û bi cesaret bû. Bîranîn û şoreşgeriya mînak a hevrêyê me, wê ti carê neyê jibîrkirin û wê di serketina têkoşîna me de were jiyîn.”

Her wiha HPG’ê nasnameya şehîd Kurtay Şerzan jî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku şehîd Kurtay 17’ê Mijdarê dema ku li qada Kemah a Erzînganê ya herêma Dersimê li ser wezîfeya xwe bû, di encama xiyaneta kesê bi navê Aras de şehîd bû.

HPG’ê li ser têkoşeriya şehîd Kurtay ev tişt anî ziman:

“Hevrêyê me li gelek deverên herêma Dersimê gerîlatî kir. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Ji Amedê heta Dersimê, ji Derya reş heta Koçgiriyê bêyî sekin têkoşiya, şer kir û şehîd bû.”

HPG’ê ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yê welat parêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Herekol Heze
Nav û Paşnav: Yûnûs Ûras
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Melahat
Navê Bav: Çaçan
Cih û Dîroka Şehadetê: 3’ê Kanûna 2023’an / Mêrdîn

Nasnav: Kurtay Şerzan
Nav û Paşnav: Hayrettîn Guneş
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik : Hamîde
Navê Bav: Nurettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 17 Mijdar 2023, Dêrsim

Back to top button