Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê li Helebê panelek bi sernavê “rola partiyan di siyaseta demokratîk de” li dar xist.
Panel li kafeterya Telêt Heleb a taxa Şêxmeqsûd hat lidarxistin, tê de gelek nûnerên partiyên Sûrî û kesayetên welatparêz û siyasî yên serbixwe amade bûn.
Di panelê de endama rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Zeyneb Qenber axivî û got:
“Pêwîstiya rihê nîştimanî û berpisyariya li ser milê partiyên siyasî bi kar û kedê heye.
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Nîştimanî ya Sûrî ya Civakî Telal Hûriye wiha axivî:
“Divê civaka Sûrî li ser bingeha yekitiya xak û civakê ji nû ve bê avakirin.”
Hin xalên girîn ên encamnameyê wiha ye:
Organîzekirina karê partiyan û pêşxistina têkiliyên wan ên bi civakê re.
Girîngiya hevgirtina partiyan tevî cudahiya di navbera prensîpên wan de.
Xwespartina li prensîpên niştîmanî, dadmendî û wekheviyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên civak û dewletê.