Cenazeyê Nagîhan Akarsel ber bi Tirkiyê ve hat oxirkirin

Li Silêmaniyê bi merasîmekê cenazeyê Endama Akademiya Jineolojî Nagîhan Akarsel ber bi Tirkiyê ve hat oxirkirin.

Li Hola Ecê Xanimê ya Silêmaniyê merasîma oxirkirina cenazeyê Nagîhan Akarsel a ber bi Tirkiyê ve bi tevlîbûna gelek kesan pêk hat.

Di merasîmê de, axaftin hatin kirin û hat gotin:

“Em ji berpirsên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Silêmaniyê dixwazin ku kujerên van êrişên terorîstî eşkere bikin û rê li ber van êrişên nû bigirin.”

Her wiha Komîteya Jinan a KNK’ê û RJAK’ê jî peyam dan û gotin:

“Em daxwaz ji hikûmeta Iraq, Başûrê Kurdistanê û aliyên peywendîdar dikin ku li ser vê dosyayê tawîzê nedin Tirkiyê.”

Piştî axaftinan cenaze ber bi Hewlêrê hate oxirkirin.

Piştî ku li Hewlêrê karûbarên yasayî temam bûn, wê cenaze bi riya balafirê bişînin Enqerê û ji Enqerêyê ber bi cihê jê dayikbûyi Konyayê ve were oxirkirin.

Back to top button