Li Bakur û Başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîlla

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê, gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan.
Li gorî daneyên HPG’ê di çalakiyan de herî kêm 10 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de, encama şerên li Bakur û Başûrê Kurdistanê parve kir.

Li gorî vê:

27’ê Îlonê artêşa Tirk li gelek qadên herêma Cûdî dest bi tevgera leşkerî kir.

Gerîlla bi çalakiyên sabotajê bersiv dan û di encamê de derb li wesayîteke artêşa Tirk hate xistin.

HPG: Li herêma Zapê 10 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li herêma Zapê, 7’ê Cotmehê dagirkerên li Qada Sîda bûn armanca lêdana gerîlla.

Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li qada Saca jî pergala kamereyên şopandinê hate rûxandin.

Li qada Çemço jî gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk çalakiyên sabotajê pêk anîn.

Di encamê de herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

Berê êvarê li heman qadê tîmên gerîlla ên bi tevger li hêzên artêşa Tirk dan.

Di vê çalakiyê de 2 leşkerên din hatin kuştin.

Li qada Sîda dagirkerên xwestin çeperên şer bombardiman bikin bûn armanca lêdana gerîlla.

Li vir jî leşkerek hat kuştin.

Her wiha pergala kamereyên şopandinê jî hate rûxandin.

Li Herêma Metînayê jî dagirkerên li derdora qada Girê Cûdî bûn armanca gerîllayên sekvan.

Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk ên 7’ê Cotmehê jî ev agahî dan:

Di nava 24 saetên dawî de artêşa Tirk 14 caran bi bombeyên qedexekirî,

Û 10 caran bi balafirên şer qadên gerîlla bombardiman kirin.

Back to top button