Malbatên çeteyan ên ji Idlibê li Efrînê tên bicihkirin

Dewleta Tirk şêniyên resen yên Efrînê dide koçberkirin û li cihê wan malbatên çeteyan ên Idlibê bi cih dike. Çeteyan 800 malbatên çeteyan anîn Efrînê û li navçeya Bilbilê û hin gundên din bicih kirin. Her wiha artêşa Tirk biryara girtina nexweşxaneyên Efrînê jî da û wê biryar ji 15’ê Sibatê ve bi cih were.

Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya Efrînê didomîne.

Vê carê dewleta Tirk malbatên çeteyan ên ji Idlibê li şûna şêniyên resen yê ku da koçberkirin, bi cih dike.

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Bilbilê ya Efrînê, 800 malbatên ji Idlibê li navçeyê hatine bicihkirin.

Malbatên çeteyan li navenda navçeyê jî û li gundên Bêlan, Qurnê, Hiyame, Seriya, Bîkê, Qestelê Xidirya û Hesen Dêra hatine bicihkirin.

Çeteyên Bazên Bakur û Sultan Murad malbatên ji Idlibê bi cih dikin.

Çeteyên dewleta Tirk bicihbûna malbatên xwe li malên şêniyên resen ferz dikin.

Revandina sivîlan jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve dewam dike.

Li gorî çavkaniyekî ji herêma Racoyê, çeteyên artêşa Tirk gelek sivîlên Efrînê revandin û ji bo serbestberdana wan fîdye xwest.

Li gorî çavkanî, Iz El-Dîn Enwer Elî yê 35 salî beriya du hefteyan hate revandin û ji bo serbest berdana wî çeteyan 300 hezar lîreyên Sûriyê xwestin.

Nexweşxaneyên Efrînê tên girtin

Her wiha artêşa Tirk biryara girtina nexweşxaneyên Qenber, Cîhan, Dêrsim û El-Selam ên kantona Efrînê da.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê, tê payîn ku biryar ji 15’ê Sibatê de were pêkanîn.

Dewleta Tirk kiryarên bi vê rengî pêk tîne da ku şêniyên resen ji çavkaniyên debara wan ên bingehîn qut bike û wan bide koçberkirin.

Back to top button